Bi Ser Çiyan Ketin
Heval megrî çiya herdem
Cihê xweşmêr û şêra ye
Dîwarê serxwebûna kurd
Ji laşê xurtemêra ye
Serfirazî bilind e, lê;
Bi xwîn û kotek û zor e
Bi jêrdeçûne bindestî
Berê kurdan li berjor e
Tenê serbestî eywan e
Bilind û berze bala ye
Tenê şûna serê min, te
Di jorê wê de vala ye
Di kurtan de eger razî
Tu dê xewnên bînî
Kirasê tirs û sawîran
Li xokî tim tu xemgînî
Ji doza xwe venabin
Dixwazin ta wekû saxin
Gelek şerm e ku em sax in
û dijmin hê dinav bax in.
Cigerxwîn