Serxwebûna Mûriyan
Hero şêrê Sileyman
diçû şehrê Mûristan.
Ewî şêrê neynûkkuj,
bajar li wan dikir doj.
Bi vî karî dexl û dan
ji wan distand bi talan.
Kavil hiştin şehr û sûk,
kuştin zar û zêrç û bûk.
Li wan çawa bû hawar,
li ser hev bûn kero bar.
Ne axa man, ne jî beg,
teva şêwra xwe kir yek.
Tev de rabûn yekî jîr,
ji bo xwe re kirin mîr.
Dane hevdu soz û bext,
jê re anîn tac û text.
Hemî çûn ber derê wî,
sonda wan bû serê wî.
Tevan çepkên xwe kutan:
Bijî bijî Mûristan!
Mîrê wekî Îskender
Ji eywanê hate der.
Ewî mîrê dilovan,
bi serbestî gote wan:
ã Ez dixwazim zîv û zêr,
da ez herim giliyê şêr.
Zîv û zêr û dil û can,
danê, çû cem Sileyman.
Bi wan lingên xwe yên hûr,
berê xwe da riya dûr.
Belê, mîrê qubd û jîr,
dane cem xwe çend wezîr.
Geh firrîn û geh meşîn,
ta gîhane Filistîn.
Xelkên bajêr hûr û gir,
karê xwe wan sivik kir.
Xwas û peya hemî çûn,
pêrgî mîrê mezin bûn.
Xweş xweş hatin gote wan.
Li eywanê bû mêvan.
Her du mîran şev û ro,
bi hev re kirin guft û go.
Go: Ey şahê ser bi zêr,
ez hatime giliyê şêr.
Divêt wî daleqênî,
tola me jê bistênî.
Sileymanê keyscihû,
pirsek nexweş day rû.
Go: Ez mûkî dûvê şêr,
nadim bi sed hezar mêr.
Mîr rabû ser lingê xwe,
Lê vegerand dengê xwe.
Go: J'niha û çarê dî,
binêr çi tê serê wî.
Sileyman jî nebû tirs,
Nekir serê xwe ev pirs.
Mîr nivîsî yek ferman,
şand welatê Mûristan:
ã Li ku hûn şêr bibînin,
çavên wî zû derênin!
Şêrê mezin pirr qelew,
ji êvar de kete xew.
Mûrî rabûn weke mêr,
ketin poz û guhên şêr.
Şêrê sar ê qerbelek,
nava rojê bû kelek.
Hudhud gote Sileyman:
Ka ew şêrê dergevan?
Kurê Dawud pê kenî.
Hudhud got'ê: Ez benî,
ew şêrê pirr hinermend,
îro sê ro bûye zend.
Mûrî tev de bûne yek,
kuştin şêrê çavbelek.
Arîkarî, yekîtî,
mûrî kirin rûsipî.
Ta ku kurd û Kurdistan,
nebin weke Mûristan,
ne bajar û ne jî gund,
tev de nabin serbilind.
Ku tunebin mêr û zêr,
em ê çawa herin şêr.
Wawik û şêr û keftar,
dê me bikin tar û mar.
Bê yekîtî em dijîn,
loma em bûn cegerxwîn.
Cigerxwîn
*
*
*
Şam Şekir e Welat Şêrîntir e
Welatê min tiwî bûka cihanî
Hemî bax û bihişt û mêrg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewrî
Gelek şêrîn û rind û pir ciwanî
Serî taca Silaheddînê kurdî
Enî roje, di birca asimanî
Du birhên te kevanên Rustemê Zal
Du zilfên te ji tîrên qehremanî
Riwê te agirê Zerdeşt û Mezdik
Ji te hêstir şeraba Kamîranî
Du lêvên te kitêba Hacî Qadir
Zimanê te ji benda şêxê Xanî
Çena te guhê Cûd û Şax û Hebler
Qirik eywan û taqa kesrewanî
Di sînga te kitêba Zendevista
Memik ferfûre têde neqşê manî
Du destên te tixûbên Tirk û Îran
Hero cenge bi tîrên zerveşanî
Ji sînga te bi jêr de geliyê Laleş
Ziyaretgehe bo me her zemanî
Bi nîşan û bi nan û xwîn rija
Me dest girt û qelen da û tu anî
Ser û pa zend û baz in tev bi hinne
Hemî sor in ji rengê erxewanî
Bi te em şa ne bûn ev bû du sed sal
Ji me dengê tivinga çûye banî
Bira û law û bav û ap û pismam
Li ser te hev di kuştin pehlewanî
Ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer
Dihatin hev li meydanê beranî
Bi talan û bi kuştin, hem bi sotin
Me konê şer li ser sînga te danî
Emîr û begler û paşa û axa
Kirin wêran sera û birc û xanî
Li alîkî te deng û ceng û halan
Li alîkî sedayê xweşê sanî
Hemî bûne mirîd û şêx û sofî
Bihiştî ne çikin nav û nişanî
Li axur radizin lê şêx diçî jor
Berî nîvro ji banî tê giranî
Ser û pa tev dikî gulav û ember
Dibê nûre kero ma tu çi zanî? !
Bi van xapan dixwarin xiwarinên xweş
Wekî şêx û melayên vî zemanî
Du derdên me hebûn dijwar û xeddar
Xizanî yek, ewê di her nezanî
Weke şêr û pilingan em diçûn hev
Penîr rovî ji meydanê hilanî
Me ew rojên ciwanî tev bi derdan
Bi zîvarî, belengazî, şivanî
Herê bûkê pepûkê jar û mestê
Li ser sînga te zava man biyanî
Te reş daye serê xwe ber li ser me
Li te rokê dibî pîroz kitanî
Cegerxwîn e kurê te her dinal
Ji ber jana nezanî û xizanî...
Cigerxwîn