Rêzanî
Tu rêzan be carek siyaset bixwîn
Bi vê xwendinê rêçika xwe bibîn
Bide pêşiya me wekî pehlewan
Bi zanîn me derbas bike, xwendevan
Eger bûyî carek tu rêzan û jîr
Ji bo dibî rokê xweş wezîr
Dikarî xebatek pir mezin bikî
Berîkê tijî gewher û dir bikî
Mijûl be bi zanîn û hem torevan
Bibe payedarek di nêv cihan
Bilîze bi zanîn di nav dewleta
Bibe jîr û hozan di nav mileta
Bi paye serê me bilindbî bi te
Bi zanîn çi bêjî guhê me li te
Ji bo me li her der bibe bervedêr
Di rojên şeran de bibe xurtemêr
Siyaset û tarîx û tora û rist
Bixwîne bi hev re ciwan û dirist
Bibe jîr û zana di her çax û dem
Ji ser me tu rake çi zor û setem
Tu rêzan be qurban xweşe zanebûn
Hebûn çêtire tim tim ji ”na” û nebûn
Tu hozan û rêzan be ey xwendewar
Bi van herdiwan dê bibî navdar
Ji milet re baş be ku bû karbidest
Bizane ku milet ji me ev dixwest
Dixwazim tu zû-zû bibî hoşîyar
Nebî zorperest bî bira wek neyar
Serê te bilind e dema rast herî
Emanet, ji kes re nebî wek terî
Dilê xwe mebe mal û zêr û pera
Gelek jîn xweş e lê bi rastî, bira
Ji milet re carek dibî sermiyan
Mehêle ku carek bibî lê ziyan
Ji bo te bere ew bibî dost û yar
Mirovê teres bî, ji jînê çi kar?
Xebata ji milet re karê te ye
Bizane ku ew jî şiyarê te ye
Bi rastî bi wî re eger xweş biçî
Çi bêjî ji wî re ewê bênî cî.
Cigerxwîn
*
*
*
Serxwebûna Mirîşkan
Li welatê me xerza,
Dîkek hebû şareza.
Rokê çû nav dîka,
Ji wan re go hêdîka:
Rabin bêjin mirîşkan,
Bes xwe bidin enîşkan.
Dîk û mirîşk bûne kom,
Berê xwe dane cem bûm.
Leşker tev bûne lek,
Hin çeleng û hin kulek.
Berê xwe dane çolê,
Tevlî koç û tev êlê.
Teyra di ko nagehan,
Hatî leşkerkî giran.
Tevde firîn ji malan,
Berê xwe dane balan.
Ew jî li hev bûne kom,
Yekî rabû gote bûm;
Ey padîşahê teyran,
Wey serbilindê Tûran,
Rabe ser xwe tu mîro,
Ji bo me bêje îro;
Ev leşkerê bê jimar,
Gelo heye jê zirar.
Bûm kenî û gote wan;
Bakin bazê pehlewan.
Hudhud rabû serferaz,
Wî çû bi lez gote baz;
Go rabe ey tu bazî,
Şeh te îro dixwazî.
Baz çû cem şeh li banî,
Destê xwe l´ser hev danî.
Go ey xwendekarê min,
Zû li min ke barê min,
Bûm gote bazê xwînxwar,
Bi lez rabe here xwar.
Bazî rabû weke şêr,
Firek da xwe hate jêr,
Bazê terî bi rêşî,
Hate cem dîkê pêşî,
Destê wî girt û hejand,
Nitqek jê re dirijand.
Olan sen nerelîsen?
Go em xelkê bedlîs in.
Sizin bûrde ne îş war?
Dîk xeyidî lê da dar.
Bazî şehda xwe anî,
Dîk jî darê xwe danî.
Go bi zor û bi gazin,
Em heqê xwe dixwazin.
Baz go kî ye serleşker?
Go tu nizanî ey ker,
Ez im paşa ez im mîr,
Ez im şahê cihangîr.
Bazî çû cem dîkê dî,
Dî ko ew jî wekeî wî.
Tevan go paşa û mîr,
Kesî ne go ez wezîr.
Nefer bûne yûzbaşî,
Heta giha ê paşî.
Bazî rabû çû banî,
Li ber destê bûm danî.
Tilûr tev lê bûne kom,
Qale ya ey-yûhel qewm.
Ev hatine ji mala xwe,
Divên istiqlala xwe.
Bûm go bazê dilawer,
Gelo kî ye serleşker.
Go tev paşa û mîr in;
Bê wezîr û gizîr in;
Bû hêdî rabû ser xwe,
Taca xwe da serê xwe.
Go bi taca serê min,
Kes nîne hemberê min.
Rabin wek pehlewana,
Dê em herin ser wana.
Hatin teyrên dubirak,
Bakirin kund û qirak.
Go hon werin binêrin,
Ka em îro çi mêr in,
Dîka xwe da enîşka,
Bû qidqida mirîşka.
Go fermana we rabû,
Koma we j` hev bela bû.
Ê ko kuştin ê ko man;
Hatin gundan bê goman.
Wan jî weke me kurdan,
Destê xwe j` ber xwe berdan.
Elok û tûtik û qaz,
Tê de bûne belengaz.
Tev de ketin koxê rê,
Çîroka me ji we re xweş.
Wek seydayê Cegerxwîn,
Hemî bûne dilbirîn.
Cigerxwîn